“Çaxê ez navê şayîrên kurdan tînim bîra xwe, herdem navê hezkerê me, şayîrê me mezin û hêja Cegerxwîn tê ser lêvê min... Cegerxwîn bi rewşa xwe va, bi afirandinê xwe va behra bêberî û bê binî ye.
“Cegerxwîn bi reng û rûyê xwe va, bi nivîsarên xwe va wek teht û kelemên serê çiyayên Kurdistanê here bilind e; sedan sedsal hatine, çûne û bihirîne, lê ew teht, ew kelem di ciyê xwe da bi tîk, qaym û berk mane, Cegerxwîn jî li huneriya xwe da, li bîr û bawera xwe da bi qaym serbilind û serefraz maye û li riya xwe da her diçe û diçe.
“...Dîwanên Cegerxwîn ênsiklopêdiya peydabûn û pêşveçûna neteweyê kurd e, ya helketin, serketin û daketina şerê serxwebûna kurdan e, ênsiklopêdiya rabûn û rûniştina kurda ye.”
Qanatê Kurdo
Kullanacağınız kredi kartının ticari veya bireysel olması durumuna göre taksit seçenekleri değişebilir. Taksit seçenekleri liste fiyatı üzerinden görüntülenmektedir. İndirimli fiyatlara göre taksit seçeneklerini ödeme sayfasından görüntüleyebilirsiniz.